Çîn
From Wikipedia, the free encyclopedia
Çîn, her wiha Çînistan, bi navê xwe yê fermî Komara Gel a Çînê (bi çînî: 中华人民共和国, lat. Zhōnghuá Rénmín Gònghéguó), dewletekî unîter û serwer e li Asyaya Rojhilat. Ji avakirina wê ya 1949ê vir ve ji aliyê partiya komunîst a Çînê ve tê rêveberin. Çîn di cîhanê de; bi nifûsa xwe ya dora 1,404 mîlyarî re, welatê[1] ku xwediyê nifûsa herî pir e û her wiha ji aliyê rûerda xwe ya 9.596.960 km2 re duyemîn welatê herî mezin e û ji aliyê tevahiya qadê ve jî sêyemîn an jî çaremîn welat e. 22 parêzgeh, 5 herêma otonom, 4 şaredariyên ku bi rasterast tê birêveberin û 2 herêmên taybet (Hong Kong û Makao) ên Çînê hene; jê pêve daxwaziya wê ya serweriya Taywanê heye.
Zhōnghuá Rénmín Gònghéguó | |||||
中华人民共和国 | |||||
Komara Gel a Çînê | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Yìyǒngjūn Jìnxíngqǔ: Meşa Dilxwazan | |||||
Zimanên fermî | Çînî (zaravayê Mandarin) Zimanên hevfermî: Zaravayê kantonî li Hong Kong û Macau; îngilîzî li Hong Kongê; portûgalî li Macau; zimanê zhuang li Guangxi; uygurî li Xinjiang, mongolî li Mongolya Hundir, zimanê tîbetî li Tîbetê
| ||||
Paytext | Pekîn 39°55′Bk 116°23′Rh | ||||
Bajarê mezin | Şanghay | ||||
Sîstema siyasî | |||||
- Serokdewlet - Serokwezîr |
Xi Jinping Li Keqiang | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
9.596.960 km2 2,8 | ||||
Gelhe - Giştî (2006) - Berbelavî |
1.313.973.713 kes 136 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 1 cotmeh 1949 (avakirina Komara Gel a Çînê) | ||||
Dirav | Renminbi (RMB) | ||||
Dem | UTC+8 | ||||
Nîşana înternetê | .cn | ||||
Koda telefonê | +86 | ||||
Çîn; wekî yek ji şaristaniyên cîhanê li deşta bakurê Çînê di tejaneya çemê Zer a berhemdar de derket holê. Sîstema polîtîk a Çînê li ser xanedanan an jî monarşiyê ya ku bi xanedana Xia destpê kiriye ya ku bi navûdeng e û hezaran sal berdewan kirine. Ji xanedanên ewil de Çîn gelek caran fireh bûye, ji hev belav bûye û car din gihiştiye hev. Di 1912a de komara Çînê (KÇ), li şûna xanedana dawî ketiye ser rêveberiyê û heta 1949a li ser karê bûye û Çîna Parzemînê rê ve biriye ku di vê salê de di şerê Navxweyî yê Çînê de ji aliyê artêşa rizgariya gel ve hat têkbirin. Partiya Komunîst di 21ê Îlona 1949a de di Pekînê de, dewleta Komara Gel a Çînê (KGÇ) ava kir; hikûmeta KÇ jî xwe vekişiya Taywanê û wekî de facto bajarê Taipei ji xwe re kir paytext. Him KÇ û him jî KGÇ diparêzin ku yekane xwediyê hemû Çînê ya meşrû ew in. Lê belê KGÇ di tevahiya Cîhanê de ya herî naskirî ye û li ba KÇ, rêveberiya xwe li ser erdên mezin û nifûsa pirtir didomîne.
Ji peyitandina reformên aboriyê ya 1979a vir ve aboriya Çînê, aboriya herî bi lez a Cîhanê ye ku mezin dibe. Di 2016a de aboriya Çînê; ji aliyê têrbûna berhemên hundirî ve aboriya duyemîn a herî mezin a Cîhanê û ji aliyê parîteya hêza kirînê ve aboriya herî mezin a Cîhanê ye. Bi ser de di hinardekariyê de ya herî mezin û di hawirdekariyê de ya duyemîn mezin e.[2] Çekên nukleer ên Çînê hene û ji aliyê hejmara leşkerên çalak ve di cîhanê de yekemîn e û ji aliyê budceya parastinê ve duyemîn mezin ê cîhanê ye.[3][4] KGÇ endama Neteweyên Yekbûyî ye û di sala 1971ê de li konseya ewlekariyê ya NY wekî endama timî ket şûna KÇyê. Her wiha Çîn endamê gelek rêxistinên fermî û nefermî ne yên mîna rêxistina bazirganiyê ya cîhanê (WTO), BRICS, APEC, rêxistina hevkariya Şanghayê, G20 û hwd. in. Çîn, bi taybetî li Asyayê hêzeke girîng a herêmî ye û di salên dawiyê de her diçe rolekî mezintir hildigre ku wekî hêze super tê binavkirin.[5] [6]
Bi 14 dewletan re sînorê wî heye: Viyetnam, Laos, Bîrmanya, Hîndistan, Bûtan, Nepal, Pakistan, Efxanistan, Tacikistan, Qirgizistan, Qazaxistan, Rûsya, Mongolya û Koreya Bakur.