Aboriya Koreya Başûr
From Wikipedia, the free encyclopedia
Aboriya Koreya Başûr aboriyeke têkilhev a pir pêşketî ye ku ji aliye komên bi navê chaebols a ji komên malbatî pêk tê.[1] GDPya çaremin herî mezin li Asyayê û dehemîn herî mazin li dinyayê ye. Koreya Başûr di navbera 2-3 jenerasyonan de ji asta dewletên heri feqîr hilweşiya bo asta dewletên herî dewlemend. Ev mezinbûna aborî wek Mûcizeya li Çemê Hanê ya ku Koreya Başûr xistiye di refên OECD û G-20 de tê zanîn.[2] Koreya Başûr piştî Bûhrana Mezin hê jî yek ji dewlêtên herî bi lez mezin dibe ye.
Sîstema perwerdehî ya tund û sazkirina gelheyekî gellek motîvebûyî û perwedekirî, sedemên sereke yên teşvîkkirina teknolojiya bilind a dewletê û hilperîna bi lez a aboriyê. Ji ber tunebûna çavkaniyên xwezayî û gelheya gur, zêdebûna rêjeya gelheyê û çêbûna bazara mezêxer a naxweyî asteng dibe. Di 2014an de Koreya Başûr heftemîn ixracadkar a herî mezin û heftemîn îthaalatkar a herî mezin a li dinyayê bû.[3]