Amûdê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajerên Rojavayê Kurdistanê ye.
Amûdê Amûdê | |
Nexşeya parêzgehê | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Rojavayê Kurdistanê |
Dûgel | Sûrî |
Parêzgeh | Hesîçe |
Demografî | |
Gelhe | 47.580 (2008) |
Erdnîgarî | |
Bilindayî | 472 |
Koordînat | 37°06′15″Bk 40°55′48″Rh |
Bajerekî navçeya Qamişloyê ye, li parêzgeha Hesîçeyê ye û dora 30 kîlometran rojavayî Qamişloyê û 80 kîlometran bakur û rojhilatî Hesîçeyê ye. Hejmara niştecîhên bajarê Amûdê (tevî 156 gundên wê) dora 200.000 e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin ji êzdiyan dijîn. Di 13ê çiriya paşîna 1960î de di Şewata Sînemaya Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hatiye napesinkarkirin, dora 200 şagirtên dibistanê mirin.
Li Amûdê ji bilî kurda hema hema gel najîn. Tenê çend malbatên ermeniyan û çend malbatên ereban li vî bajarê kurdan dijîn. Li başûrê Amûdê di ser 10an de gundê êzdiyan hene. Êzdî li gundên Amudê yên Merkebê, Dugirê, Qelaçix, Xirbê Xwê, Çetelê, Kuliyê, Xirbexezal, Gorseîd, Xirbedilan, Mîk, Hêşerî, Tolko, Berzan, Morîka, Enteriyê, Mehmûdiyê û Kerengo dijîn[çavkanî hewce ye]. Lê piraniyan niştecihên van gundên êzdiyan jî koçî Ewropayê kirine.