Baqilê xatûnî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Baqilê xatûnî, polik, bezelî (Pisum sativum) riwekek ji famîleya baqilan (Fabaceae) ye. Pirranî biharê wekî sebzeyên din ên beragî, nûber tên çandin. Çend cureyên hene. Kulîlka wê spî yan di rengê binevşê de ye. Li Kurdistanê kêm be jî çandiniya wê tê kirin. Di kurdî/îraniya kevn de ji cureyekê wê re besîle digotine.
Ji vir 10 hezar sal berê jî dihatiye xwarin. Li bakurê Mezopotamya, Zagrosan belav bûye. Gorî Berthold Laufer di sedsala 3em de derbasê navenda Asyayê. Di zimanê hîtîtî de navê wê gu-tur bûye. Fosîlên wê yên herî kevn li Sûrîyê hatine vedîtin. Cureyên wê yên bejî jî hene û li Kurdistanê jî tên dîtin.