Belçîka
Welatekî Ewropayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Belçîka an jî Belcîka, Keyaniya Belçîkayê (wekî Beljîka, Beljîk û Beljîkistan jî tê naskirin, bi holendî (flemenî): Koninkrijk België, bi fransî: Royaume de Belgique, bi almanî: Königreich Belgien) welatek li rojavayê Ewropayê ye ku dikeve ser sinorên çar welatan: li rojhilatê welat Almanya, Lûksembûrg dikeve başur-rojhilat û Holenda jî dikeve bakurê vî welatî. Beşeke mezin ê Belçîkayê dikeve ser sinorê Fransayê. Herwisa beşeke biçûk a vî welatî dikeve ser Deryaya Bakur.
Koninkrijk België Royaume de Belgique Königreich Belgien | |||||
Keyaniya Belçîkayê | |||||
| |||||
Sirûda netewî: La Brabançonne | |||||
Zimanên fermî | holendî, fransî, almanî
| ||||
Paytext | Bruksel 50°51′Bk 4°21′Rh | ||||
Bajarê mezin | Bruksel | ||||
Sîstema siyasî | Keyîtî | ||||
- Key - Serekwezîr |
Filîp Alexander De Croo | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
30.528 km2 6,4 | ||||
Gelhe - Giştî (2008) - Berbelavî |
10.666.866 kes 349,4 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 1830 ji Holendayê | ||||
Dirav | Ewro (EUR) | ||||
Dem | UTC+1 | ||||
Nîşana înternetê | .be | ||||
Koda telefonê | +32 | ||||
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî û fînî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Desthilata vî welatî demokratî û federalî ye, lê şahîtî (melik) jî hêj heye. Belçîka ji deh parêzgehan pêk hatiye. Paytextê Belçîkayê Bruksel e ku dikeve navenda Belçîkayê. Bajarên dî yên giring ev in: Antwerpen, Gent, Charleroi, Luik û Brugge. Zimanên fermî yên Belçîkayê (holendî (60%), fransî (40%) û almanî (< 1%) ne.