Berçîs
gerstêrk / From Wikipedia, the free encyclopedia
Berçîs[çavkanî hewce ye], Perçîs[1] an jî Jupîter, gerstêrka herî mezin a di rojbendê de ye. Li gorî durahiya ji rojê ew gerstêrka pêncem e.[2] Ji ber pir mezin bûyîna wê û pêkhatiya wê ya ji gazê wek dêwê gazê jî tê binavkirin. Di pergala rojê de wekî wê, gerstêrkine ji gazê pêkhatî hene: Keywan, Ûranûs û Neptûn.
Berçîs, ji Cassini | |||
Taybetmendiya rêgehê | |||
Rojdûrk | 816.520.800 km (5,4581 PA) | ||
---|---|---|---|
Rojnêzk | 740.573.600 km (4,9504 PA) | ||
Hevrêzbûn bi erdê re | 398,86 roj | ||
Taybetmendiya fizîkê | |||
Nîveşkêla nîvekî | 69.911 ± 6 km km | ||
Rûpîvan | 6,21796×1010 km2 | ||
Qeware | 1,43128 × 1015 km3 | ||
Bariste | 1,8986 × 1027 kg | ||
Rakêşa rûxarî | 24,79 m/s2 | ||
Hişkiya axa xwe | 1,326 g/cm3 | ||
Têhna ser rûyê | kêm 110 °K |
nîvekî 152 °K |
zêde |
Taybetmendiya atmosferê | |||
Pestoya atmosferê | 20–200 kPa | ||
Elementên sereke |
Girseya Berçîsê nêzîkî 1.8986×1027 kg e û 318 qat ji erdê girantir e.[3] Ev nirx, du qata girseya hemu gerstêrkên rojbendê ye.[4] Berçîs bi çavan kare bê dîtin. Berçîs, li gorî sayiyê gerstêrka sêyem a rojbendê ye.[5] Bi tenê heyv û Gelawêj ji wê sayîtir e. Herî kêm 67 peyka Berçîsê hene. Lê 55ê ji wan biçûk in û berfirehiya wan ji 5 kmyê kêmtir in. 4 peykên wê yên herî mezin Io, Europa, Ganymede û Callisto ne. Ji vê çar peyka mezin re, ji ber ku ji aliyê Galileo Galilei ve hatine dîtin, wekî Peykên Galilei jî têne gotin. Ganymede peyka herî mezin a rojbendê ye. Her wiha eşkêla Ganymedeê ji Tîrê mezintir e.