Braille
alfabeya kêmbîn û nebînayan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Braille ("Brayl"), sîstema Braille, alfabeya koran, nivîsa bi xalên berz, nivîsa astengdarên çavan, sîstemeke nivîsandin û xwendinê ya taybet ji bona kêmbîn û kor û nebînayan e ku bi alîkariya hestê destlêdanê û serê tiliyan tê xwendin.
Agahiyên Praktîk Welat, Dema avabûnê ...
Braille | |
---|---|
| |
Welat | |
Dema avabûnê | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre
Sîstema Braille di 1829an de ji aliyê mamosteyê fransî Louis Braille ve hate çêkirin. Ew bixwe gava sê salî dibû kor bû. Di 10 saliya temenê xwe de wî li Xwendegeha Nebînayên Ciwan (Institution des Jeunes Aveugles) li Parîsê dest bi xwendinê dikir. Di 1826an de ew bû mamosteyê Xwendegehê, piştre di 1829an de sîstema nivîsa Braille, alfabeya ji bona kêmbîn û nebînayan, pêş ve bir.