Dabeşbûna Koreyê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Dîroka dabeşbûna Koreyê ya nûjen digihîje desthilatdariya mêtingeriya Japonyayê (1910-1945). Di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, serokên hêzên Hevpeymaniyê yên ku li Japonyayê bi japonan re şer dikirin piştî şerî pirsgirêka paşeroja Koreyê nîqaş kirin. Hevpeyman gihîştin vê encamê ku Kore dê ji desthilatdariya Japonyayê were azadkirin lê dê di bin wesayeta navneteweyî de bimîne heya ku koreyî ji bo xwerêvebirinê amade bin. Ji xeynî vê peymana nezelal, di derbarê paşeroja Koreyê de gelek pirsgirêk nehate zelalkirin.[1]
Dabeşbûna Koreyê ya nûjen di dawiya şerî de di sala 1945an de dest pê kir. Hêzên Hevpeymaniyê Japonya têk bir û têketin Koreyê yê ku mêtingeheke Japonyayê bû. Bi ya lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Sovyetê (YKSS) ya ku di rojên dawî yên şerî de îmze kiribûn, dê leşkerên YKSSê beşa Koreya bakurî ya ser paralela 38em dagir bikin û dê leşkerên DYAyê jî başûrê vê paralelê dagir bikin. Bi ya vê peymanê, leşkerên Sovyetê di tebaxa 1945an de dest danîn ser Koreya bakur û leşkerên DYAyê jî di îlona 1945an de Koreya başûr dagir kirin.[2]
Bi ya vê lihevhatinê ev dabeşbûn demkî bû û armanc ev bû ku dewleteke yekgirtî ya Koreyê li seranserê nîvgiravê were avakirin. Pişt re, di Konferansa Wezîrên Karên Derveyî ya Moskowê (1945) de peymanekê pênc salî ya li ser wesayeta Koreyê hate îmzekirin. Lê belê, destpêkirina Şerê Sar û faktorên din ên navneteweyî û navxweyî û dijberiya koreyiyan bo wesayetê, di nav danûstandinên navbera DYAyê û YKSSê de astengiyan derxistin û van hêmanan bandoreke neyînî li ser avakirina dewleteke yekgirtî ya Koreyê kirin.[3]
Bi vê yekê, pirsgirêka Koreyê ji Neteweyên Yekbûyî re hate beralîkirin. Di sala 1948an de, piştî ku YKSSê pêşnîyazên NYê qebûl nekir, tenê li herêma başûr a ku li bin dagirkirina DYAyê bû, hilbijartin hat lidarxistin. Syngman Rhee yê ku DYA di hilbijartinê de pişgirî da wî û bi ser ket, di heman wê demê de li herêma bakur a ku li bin dagirkirina Sovyetê bû, Kim Il-sung pozîsyona xwe wekî serokê Koreya Bakur xurt kir. Bi vê yekê 15ê tebaxa 1948an de li başûr Komara Koreyê hat damezrandin û di 9ê îlona 1948an de li bakur jî Komara Demokratîk a Gel a Korêyê hate avakirin. DYAyê piştgirî da Başûrî, YKSSê jî piştgirî da Bakurî û her hikûmetên du herêmê jî di serdemên xwe de îdîaya heqê li ser tevahiya girava Koreyê anîn zimên.
Di 1950an de Koreya Bakur Koreya Başûr dagir kir û hewil da ku nîvgiravê di bin desthilardariya xwe ya komunîst de ji nû ve bike yek. Vî Şerê Koreyê ji 1950 heya 1953an dewam kir û bi bêencamiyê xilas bû û her du alî dîsa çûn hêlên xwe yên ku bi Herêma Bêçek a Koreyê her du herêm ji hev vediqetîne.
Di 27ê nîsana 2018an de, di dema Civîna Nav-Koreyî de, rêberê bilind ê Koreya Bakur Kim Jong-un û serokê Koreya Başûr Moon Jae Deklarasyona Panmunjomê bo Aşitî, Zengînî û Yekîtiya Nîvgirava Koreyê pejirandin. Piştî Civîna Nav-Koreyî ya îlonê, ji bo yekîtiyê gelek çalakî hatin lidarxistin wekî hilweşandina çeperên cerdevaniyê û afirandina herêmên tampon ji bo pêşîgirtina pevçûnan. Di 12ê kanûna pêşîn a 2018an de, leşkerên her du alî di dîrokê de yekem car ji Xeta Sînorî ya Leşkerî re derbasî welatên hemberî bûn.[4][5]
Hejmara penaberên Koreya Bakur ên ku ji Koreya Başûr reviyane û ketine sînorên Koreya Bakur niha 33.523 ye.[6]