Gûza hindê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gûza hindê, nargîl, narcîl, kokos (Cocos nucifera) fêkiya cureyek dargespê ye ku ev dar ji famîleya palmiyeyan (Arecaceae) e. Li herêmên tropîk digihê. Gûza hindê tê xwarin, di şîranîyên wekî kulîçe, kek, çoklatayan de tê bikaranîn. Ji gûza hindê şerabê jî çêdikin.
Dargespa gûza hindê, ango dara gûza hindê bi qasî 20 m bilind dibe. Dar gava bû 7-13 salî ber dide û bi qasî 60 salan fêkiyên wê tên berhevkirin. Heya 100 salan dijî. Gûza hindê ji aliyê magnezyûm, potasyûm, sodyûm, gogirtê ve dewlemend e. Heger bê hişkkirin, kalîteya adanê zêdetir dibe. Asîda mîdeyê kêm dike, hezmê hêsan dike. Herwiha darên wê di çêkirina mobîlyayê de kêrbar e.
- Fêkiya vê darê, ango gûza hindê bi qasî 40 cm dirêj e. Bi tevî nêriyan dirêjiya wê digihê 1 m jî. Vekirina qalikê dijwar e, divê bi vekiroxekê bê vekirin.
- Bêjeya Kokos ji spanî û portûgalî tê, di wateya gûz an biziran de ye. Bêjeya kurdî gûz û cocos (kokos, kokoz) ji heman kokê ne, peyveke îndogermanî ye. Herwiha Nuss (bixwîne nûs/z) (almanî) jî. Di hin devokên kurdî de goz, gwîz jî tên bikaranîn.