From Wikipedia, the free encyclopedia
Guhandar, guhanî an jî memikdar (Mammalia), çînek movikdar in ku mêyên wan ji bo zadpêdana zaroyên xwe di memik an guhanên xwe da şîrî çê dikin. Memikdaran mû an hirî heye, sê hestiyên biçûk di nav guhên wan a hene, di mejiyê wan da çîneka nû ya korteksê heye, didanên wan taybetmend in, xwîngerm in anko germî ya laşê wan di hundir da tiraz dibit û li goreyê germiya derdorê nahêt guhartin. Piraniya wan hevalzaro heye. Mejiyê wan germiya laşê wan û gera xwînê bi rêya dilekê çar odeyî tiraz dikit.
Guhandar Temporal range: Ji serdema triyasî ya jorîn heta nuha | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Binefilûm: | Vertebrata |
Jêrefilûm: | Amniota |
Joreçîn: | Tetrapoda |
(ne aşkera ye): | Synapsida |
Çîn: | Mammalia Linnaeus, 1758 |
Bieçîn û jêreçînan | |
|
Di xwezayê da, nêzî 5.800 cure an tuxmên memikdaran hene ku di navbera 1.200 cins an nivşan (mirov jî ji wan in) û 152 famîle û 46 kom an tîreyan da hatine dabeşandin. Ev dabeşandina biyolojîk ya guhandaran bi riya Malkom Makkinna û Sûzan Bell hatiye danîn di sala 1997an de:[1]
Çîna Mammalia
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.