Herêmên Fransayê
Dabeşkirina Îdarî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Herêmên Fransayê (fransî: Régions, tekane: Région) navçeyên ku Fransayê pêk tînin. Fransa ji 26 herêmên ku ji wan 21 li ser axên Fransayê parzemînê Ewropayê ne, yek Korsîka li ser giravê Korsîka bi şûn bûye, çar herêm jî yên ku ser deryayî ne. Ji wan Korsîka navçeyekê bi unvana Collectivité territoriale xwediyê satuyekê taybetî ye. Çar herêmên ser deryayî (fr., Régions d'Outre-Mer) Martinique, Guadeloupe, Réunion û Guyane française) navçeyên ku ne li ewropa û ji kolonîyên Fransayê de mane.
Her yek herêmên Fransayê xwediyê civatê herêmî (Conseil Régional) ye. Di meclîsên heremî de serok (Président), serokê alîkarî tên hilbijartin. Di nav wan de bi tenê Korsîka xwediyê statuyekê taybetî ye û şûna meclisê herêmî xwediyê kargeriyekê herêmî (Assemblée territoriale de Corse) ye.