Nesredîn Tûsî
zanyarê faris / From Wikipedia, the free encyclopedia
Nesredîn Tûsî (bi farisî: نصیرالدین طوسی, Ebû Cefar Mihemed bin Muhemmed bin el-Hesen Nesredîn et-Tûsî, zayîn 1201 li Tûs, Xorasana Îranê, mirin 1274 li Bexdayê) teolog, matematîknas, stêrnas û fîlozofekî misilmanê faris yê di sedsala 13'an de jiya bû.
Nesredîn Tûsî | |
---|---|
Navê rastî | نصیرالدین طوسی |
Jidayikbûn | 1201 Xorasan |
Mirin | 1274 Bexda, Îraq (73 Salî) |
Esil | Faris |
Hevwelatî | Îran |
Pîşe | Felsefe, Matematîk, Teolojî û Astronomî |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Xebat | Cota Tûsî |
Bandorbar | Îbn Sîna, Fexredîn Razî |
Bandorker | Îbn Xeldûn, Qutbedîn Şîrazî û Fexredînê Exlatî, Îbn el-Şatir, Nicolaus Copernicus |
biguhêre |
Ew tê fikirîn ko ew matematîknasê herî pêşin bû ko li trîgonometriyê wek beşeka ji matematîkê cuda nêzbûbû. Ew bi xebatê xweyê li ser aksiyoma xêzên paralêl jî dihat nas kirin.
Di sala 1259an de ew di rasatxaneyê li bajarê Meraxeyê li Azerbaycanê yê ji hêla hikûmdarê mongolî Hûlagû hatibû saz kirin de dest bi xebitîna xweyê ser stêrnasiyê dike. Ew li wir li ser ekînoksê dinê dixebite û nêzî rastiyê hesab dike.
Ew pirtûkakê bi sernavê Zîcî Îlxanî (Stêrkên Îlxan) bi zimanê farisî dinivîse. Ew di wê pirtûkê de şûnê stêrkan gorî xebatên xwe diyar dike. Stêrnasê navdar Nikolaus Kopernikus jî va pirtûkê wî wek çavkanî bikar tîne.
Ew bi berhema xweya bi navê Axlaqî Nasrî jî li ser beşa felsefeyê exlaqê, ango rewişt, yan jî etîkê dixebite. Ew bi pirtûka xweya bi navê Îlm el-Qelamê jî li ser teologiya şîîtiyê dişuxule.
Di dema dagira mongolanê ji hêla Hûlagû de ew li keleha Elemûtê li ba heşhaşiyan xwe vedişêre. Pê ko Hûlagû serweriyê heşhaşiyan li wir xelas dike û Tûsî jî dere Bexdayê û dewama xebatên xwe dike. Tûsî di sala 1274an de li nêzî Bexdayê jiyanê xwe ji dest dide.