Pêvekirina Başûr û Rojhilatê Ûkraynayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Di 30ê Îlona 2022an de, Rûsyayê, di nava êrîşeke berdewam de, çar herêmên Ûkraynayê wekî Luhansk, Donetsk, Zaporîjya û Xersonê bi xwe ve girêda.[4] Çar herêmên pêvekirî 15% ji axa Ûkraynayê pêk tînin; di wê demê de, yek ji wan bi temamî di bin kontrola Rûsyayê de nebû û ev yek ji aliyê civaka navdewletî ve nayê qabulkirin.[5] Pêvekirin ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve li Ewropayê ya herî mezin e, ku ji dagirkirina Krîmê ji aliyê Rûsyayê ya sala 2014'an derbas bû.[6] Di navbera axa Rûsyayê û Krîmê de girêdanek bejahî çêkir.[7]
Pêvekirina Başûr û Rojhilatê Ûkraynayê ji aliyê Federasyona Rûsyayê ve | |||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|
Perçeyekî Dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve 2022 û Şerê Rûsyayê li ser Ûkraynayê | |||||||
Herêmên pêvekirê ji aliyê Rûsyayê | |||||||
| |||||||
Şervan | |||||||
|
|||||||
Fermandar û Serok | |||||||
|
|
Pêvekirin piştî referandumên ji aliyê rayedarên dagirkerên Rûsyayê ve li herêmên şer lê didomin û piraniya şêniyên wan reviyabûn pêk hat.[8] Ew heşt sal piştî dagirkirina Krîmê, heft meh piştî destpêkirina dagirkirinê û kêmtir ji mehekê piştî destpêkirina êrişa dijber li ser Xarkiv a Ûkraynayê qewimî. Merasîma îmzeyê li Moskowayê bi amadebûna serokên desthilatdariya dagirker Leonid Pasechnik, Denis Pushilin, Yevgeny Balitsky, Vladimir Saldo û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hate lidarxistin.
Ûkrayna, Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî û Neteweyên Yekbûyî hemû gotin, referandum û pêvekirinê tu bingeh û bandorek qanûnî tune.[9] Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî di bersivê de got Ûkrayna dê bi lez û bez serlêdana endamtiya NATOyê bike.[10]