Rojhilata Navîn
From Wikipedia, the free encyclopedia
Rojhilata Navîn, herêmeke erdnîgarî ye ku di navbera Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur de ye û di heman demê de herêmeke jeopolîtîk e ku tevahiya erdnîgariya Kurdistanê, Nîvgirava Ereban, Levant, Tirkiye, Misir, Îran û Iraqê vedihewîne. Têgîna ku di destpêka sedsala 20an de dest pê kir, wekî şûna têgîna Rojhilata Nêzîk (berevajî Rojhilata Dûr) bi berfirehî hate bikar anîn. Cihên mirovnişî yên yekemîn li Rojhilata Navîn peyda bûne ku ew jî tê wê wateyê ku ji bo destpêkirina dîrokê Rojhilata Navîn giring e. Rojhilata Navîn di dîroka baweriyan de xwedî cihekî girîng e. Dînên wekê mesîhî, cihûtî, zerdeştî û misilmanî li vê herêmê derketiye holê. Ji ber van sedeman jî li Rojhilata Navîn nasnameyeke taybet hatiye afirandin.
Gelhe | 371 mîlyon (2010) |
---|---|
Welat |
|
Ziman | |
Bajarên mezin |
Piraniya welatên Rojhilata Navîn (ji 18 de welatan 13) beşek ji welatên ereb in. Welatên herî qelebalix ên herêmê Kurdistan (Kurdistan niha welatek jeoçandî ye), Misir, Tirkiye û Îran in û Erebistana Siûdî ji aliyê rûberê ve welatê herî mezin ê Rojhilata Navîn e. Dîroka Rojhilata Navîn ji demên kevnar vedigere ku bi hezar salan girîngiya jeopolîtîk a herêmê tê naskirin.[1][2][3] Ereb komên etnîkî yên sereke li herêmê pêk tînin, li pey van Kurd, Fars, Tirk, Azerî, Qiptî û Yewnaniyên Qibrisî tên.
Li Rojhilata Navîn bi giştî li avhewa germ û ziwa heye, nemaze li herêmên Ereb û Misrê. Çend çemên mezin ku ji bo avdaniya ji bo piştgirîkirina çandiniyên li deverên sinorkirî yên li vir hene ku wekê Deltaya Nîlê li Misrê, Çenên Dîcle û Feratê ya Mezopotamyayê (Kurdistanê) û hewza Çemê Urdunê ku piraniya Şamê digire. Ev herêman bi hev re wekî Heyva Biadan têne zanîn ku ji aliyê dîroknasan demek dirêj wekî dergûşa şaristaniyê hatiye binav kirin. Berevajî vê, peravên Levantê û piraniya peravên Tirkiyê, beşek ji Kurdistanê xwedan avhewayên bi nermî yên ku bi avhewaya Deryaya Navîn ve girêdayî ne û beşek jî bi havînan xwedî avhewayek hişk û bi zivistanan jî xwedî avhewayek sar û şil in. Piraniya welatên ku sinorên wan li Kendava Farisî ne, xwedan rezervên neftê yên mezin in ku welatên Nîvgirava Erebî bi taybetî di warê aborî de ji hinardekirina neftê sûd werdigirin. Ji ber avhewaya hişk û girêdayîbûna giran a li ser pîşesaziya sotemeniya fosîlê dibe ku di pêşerojê de ji bo Rojhilata Navîn bibe sedema guhertina avhewayek giran.