Şûr
From Wikipedia, the free encyclopedia
Şûr çekeke klasîk a ji lajwerdê yan jî ji madeyeke din e. Ji bo werzişê û wekî aksesûar jî tê bikaranîn. Cureyeke kêrên dirêj û mezin e. Bi hezaran salan çekeke sereke bû, lê niha nayên bikaranîn. Şûr li piştê di nava kalanan de tên girêdan. Li navpiştê jî dihatiye girêdan.
Beriya beriyê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê) hatiye bikaranîn. Di zimanên hind û ewropayî de navê şûrê ji heman kokê tê yan heke cuda bin jî, ev cudatî ji cureyên şûran e. Bo mînak kurdî şûr, almanî Schwert (şvert), îngilîzî Sword hwd.
Şûrên kurdan gelek navdar bûne, bi qasî tê zanîn li Kurdistanê li bajarên Mûsil, Riha û Amedê şûrxane hebûn. Bav û kalên kurdan mediyan û mîtaniyan bi tîr û gurzên xwe navdar bûn. Şûrê mediyan dişibiyabûne nikulên qajan, pozçanqil bûn. Şûrên Merwaniyan mezin û pirr biqîmet bûn. Debanên wan li gorî dewlemendiya xwediyê xwe, carnan ji zêr û zîvê bûn.
Standardeke wê nîne. Pirranî dirêjiya wan 50-200 cm ye, lê siwaran şûrên heya 5 m dirêj jî bikardianîn.