Şûrbazî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Şûrbazî werzîşa şer e ku tê de du werzişvan bi karanîna şûrek taybetî bi hev re şer dikin. Şûrbazî yek ji wan pênc werzîşên ku di hemî demsalên Lîstikên Olîmpiyadê de hatine girtin (çarên din Rev, avjenî, jîmnastîk û Duçerxesiwarî in). Pêşbirkên vê dîsîplînê di sê beşan de tên lidarxistin: Flore, Epe û Saber ku ji aliyê curê şûrê ku tê bikaranîn û qaîdeyên lîstikê ve ji hev cuda ne.