From Wikipedia, the free encyclopedia
Êrîvan, Rewan[1] yan jî Yêrêvan (bi ermenî: Երևան an jî Երեւան, Yerevan) paytext û bajarê herî mezin ê Ermenistanê ye ku yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi berdewamî bûye niştecihê mirovan.[2] Erîvan li kêleka Çemê Hirazdanê hatiye avakirin û wekê bajarê sereke navenda îdarî, çandî û pîşesazî ya Ermenistanê ye. Bajêr ji sala 1918an vir paytexta çardem di dîroka Ermenistanê de ye û paytexta heftemîn e ku li Deşta Araratê hatiye avakirin. Bajar di heman demê de wekî navenda Diyanûsa Papa ya Araratê ye ku mezintirîn Dêra Ermenî û yek ji kevintirîn dêrên cîhanê ye.[3]
Êrîvan
| |
---|---|
Երևան | |
Êrîvan li ser nexşeyê | |
Koordînat: 40°11′Bk 44°31′Rh | |
Dewlet | Ermenistan |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 782 b.z. |
Damezrîner | Argishti I of Urartu |
Îdarî | |
• Şaredar | Tigran Avinyan (2023–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 227 km2 (88 sq mi) |
Bilindahî | 1000 m (3000 ft) |
Nifûs | 1.052.754 (2022) |
Demonîm | rewanî, êrîvanî, yêrêvanî |
Dem | |
Koda telefonê | 10 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dîroka Êrîvanê vedigere sedsala 8ê b.z. ku bi damezrandina Keleha Erebûnî ya di sala 782 ê b.z. de ji aliyê keyê Urartûyê Argişta Yekem ve li rojavaya Deşta Araratê hatiye avakirin. Keleha Erebûnî "wek navendek mezin a îdarî û dînî, bi tevahî wekê paytexta padîşah hatiye sêwirandin."[4] Di dawiya padîşahiya kevnar a Ermenistanê de, paytextên nû hatin damezrandin di wê demê de girîngiya Êrîvanê kêm dibe. Bajêr di bin desthilatdariya Îran û Rûsyayê de, ji sala 1736 heta 1828an navenda Xanetiya Erîvanê û ji sala 1850 heta sala 1917an jî bajêr wekê navenda parêzgeha Erîvanê ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Erîvan bûye paytexta Komara Yekemîn a Ermenîstanê ku bi hezaran kesên ku ji Nîjadkujiya Ermeniyan a li Împaratoriya Osmanî rizgar bibûn hatine herêmê.[5] Di sedsala 20an de dema ku Ermenistan beşek ji Yekîtiya Sovyetê bû, bajêr bi awayekî bi lez berfireh dibe. Di çend dehsalan de, Erîvan ji bajarekî parêzgehan di nav Împaratoriya Rûsî de dibe navenda sereke ya çandî, hunerî û pîşesazî ya Ermenistanê û di heman demê de bajêr bûye navenda hikumeta neteweyî.
Bi mezinbûna aboriya Ermenistanê re Êrîvan bi mezinbûna aboriya Ermenistanê re mezin dibe. Ji destpêka salên 2000an û vir ve gelek avahî li seranserê bajêr hatiye avakirin û firotgehên firotanê xwaringeh, dikan û qehwexaneyên kolanan zêde bûne. Di sala 2011an de nifûsa Êrîvanê 1.060.138 kes bû ku ji %35ê nifûsa Ermenistanê pêk aniye. Li gor daneyên fermî ya sala 2022an nifûsa bajêr ya niha 1.092.800 kes e.[6] Erîvan di sala 2012an de ji aliyê UNESCOyê ve wek Paytexta Pirtûkan a Cîhanê hatiye binavkirin. Bajêr endamê hevkarê Eurocitiesê ye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.