Gelên îranî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gelên îranî komeke etno-lenguîstîk a hind û ewropî ye ku bi zimanên curbicur ên hind û îranî diaxivin. Di vê komê de gelên wek kurd, belûç, gilak, mazenderanî, oset, pamirî, peştûn, faris, tat, tacîk, taliş, waxî û yagnobî hene. Belavbûna vê komê li ser deşta Îranê ji Çiyayên Hindokûşê heta Anatolyaya Navîn û ji Asyaya Navendî heta Kendava Farsê belav bûne.
Gelhe tevahî | |
---|---|
185–235 mio.[1] | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Ziman | |
Zimanên Îranî (Rojavayî û Rojhilatî) | |
Baweriya dînî | |
Îslam, xiristiyanî, cihûtî, zerdeştî, êzîdîtî | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Hind |
Proto-Îranî di nîveka hezarsala duyem b.z. de wek şaxeke cuda yên hind û îranî derketine holê.[2][3] Di serdemên xwe yê pêşketinê de, di hezarsala yekem b.z. de, axa gelên îranî li seranserê Deşta Ewrasyayê, ji Deşta Mecaristana Mezin, li aliyê rojava heta Deşta Ordosê û li aliyê rojhilat ve jî heta Deşta Îranê berfireh bûye.[4]
Di nav gelên îranî yên îro de gelên wekî belûç, gilak, kurd, mazenderanî, oset, pamirî, peştûn, fars, tat, tacîk, taliş, waxî û yagnobî hene.