From Wikipedia, the free encyclopedia
Çîroka du Bajaran, romanek e ku ji aliyê Charles Dickens ve di sala 1859an de hatiye nivîsandin. Mijara wê li ser ew bûyeran e ku di gav û beriya Şoreşa Fransayê de li Parîsê qewimîne. Bi hejmara firotina wê ya li ser 200 milyonê ve ew di nava berhemên wêjeyî yên herî navdar ên hemû deman de ye.
< Hefte 52 | Hefteya 1 ya Gotara hefteyê | Hefte 2 > |
---|
Roman, qala rewşa gundiyên fransî yên ku pêşengiya şoreşê kirine û bi salane ji aliyê torinan ve tehde dîtine, û li hemberî vê jî di salên nêzîk ên şoreşê de havîtiya ber bi torinan ve û manendiyên di navbera civaka wê demê de ne, dike. Ligel van bûyeran, ew jiyana çend karakteran jî qal dike. Charles Darnay û Sydney Carton karakterên herî girîng in. Darnay her çiqas zadeganekî(arîstokrat) fransî be jî xwediyê kesayetiyeke dilpak e û ew li ber bindestan e belam ew rastî xişma şoreşê tê. Îcar Carton jî parêzer e û ji jina Darnayê re evîndar e lê ev evîn yekalî ye. Di heman katî de jî ew xwediyê kesayetiyeke xerab e.
Nivîskar armanc kiribû ku behsa êşa hezar mirovên ku bi giyotînê serê wan hatibûn jêkirin û rêzikên monarşiyê ku li derdora welatê kiribûn gola xwîn, bikira. Li hemberî vê jî xelk bi zagonên derew biryara îdamê didan arîstokratan. Yanê yên ku dikuştin, ji vê pê ve dihatin kuştin. (bêhtir…)
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.