Şerê navxweyî yê Lîbyayê
2011 şerê çekdarî li welatê bakurê Afrîkayê Lîbya / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şerê navxweyî yê Lîbyayê, di sale 2011an de bi xwepêşandanên li dijî xwermenda Muemer Qedafî dest pê kirin. Piştre ev xwepêşandan rengê şerê navxweyî standin. Weke dîrok 5ê reşemiya 2011an destpêka xwepêşandanên ku rengê şerê navxweyî distînin destpê dikin. Şerê navxweyî, weke dîroka dawiya wê jî dîroka 20 kewçerê ku di wê rojê de Muammer Qadafî hat kuştin, tê nîşandan. Di 18ê reşemiya 2011an de, li bajarê Lîbya li Bingaziyê, bi xwepêşandanê dest dike û ku bi hin polîs û hinek xwepêşanderan re hinek herêmên wê xistine bin venêrana xwe êdî şerê navxweyî dest pê kir. Piştre, welat, bi navê "lijneya bilind a netewî" û "Komara Lîbyaya Civakparêz" bû dibeşî. Di 28'ê tebaxê de ku Trablus dikeve destê hêzên lijneya bilind a netewî ku êdî dibê weke hêzekê. Lê di wê navberê de ev lijneya bilind a netewî di asta pêşî de ku welatên ewropî pêşengtiya wê kir, ji aliyê nêzî sed welatî ve hat nasîn bi navê Libya.