Alkan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Alkan di kîmyaya organîk da bestinên karbonê ne ko tenê ji du hîman anko elementên Karbon û Hîdrojenê pêkhatine (anko hîdrokarbon in), bi awayekî ko her Karbonek bi bestekeka ket ve bi hîdrojenkê ra hatiye bestin (anko bestinên têrkirî ne) bê ko çi bazin an xirik (sîkil) têda hebin. Navê dî yê alkanan parafîn e. Alkan bestinên kîmyayî yên ji teherê rêzikên hevsan in, anko her endamek ji vê rêzikê bi bariste an masseka atomî ya rêjeyî anko nisbî ya neguhêr ya 14ê ji endamên dî cida ye.
Her karbonekê dibê çar bestek anko bond hebin (an C-C an C-H) û her hîdrojenek jî dibê bigehit karbonekê (C-H). Rêzikeka karbonên bihevra bestî heykel anko hestîbenda alaknê pêkdiînin û bi awayekê mînakî (tîpîk) hijmara karbonan meznahiya alaknê nîşa didit.
Destekeka alkîl destekeka erkanî an zincîreka aliyanî ye ko wekî alaknê tenê ji karbon û hîdrojenên ko bi bestekên tek ve bi hevra hatine bestin pêkdihêt (jibo mînak mêtîl an desteka êtîl).
Hîdrokarbonên têrkirî dikarin hêlanî anko lînear bin ko nijar anko struktereka wekî maran heye, an dikarin tadar bin ko hestîbenda karbonî ya wan dibit du an çend ta, an jî dikarin bazineyî anko sîklîk bin ko têda du serên hestîbenda karbonî bihevra digehin û bazinekê pêkdiînin. Li goreyê pênaseya IUPACê, d teherên berahiyê alakn in û tehera sêyê bazinalkan anko sîkloalakan. Bi gotineka dî, li goreyê hebûn an nebîna nijarên bazineyî, hîdrokarbonên têrkirî dibin du destekên alkan û bazinalkan. Lê bi awayekê teknîkî, bazinalkan ne alkan in. Lewma hindek dibêjin bazinalkanan "alkanên bazineyî" û dibêjin alkanên dî bi xwe jî "alkanên nebazineyî". Hîdrokarbonên têrkirî dikarin digel her bestineka hêlanî, tadar an bazineyî (anko çendbazineyî, polîsîklîk) bestinekê çêbikin û her alkan bimînin bi mercekî ko nebazineyî bimînin.
Sadetirîn alkana mumkin mêtan e (CH4). Çi sînor jibo bihevra bestina karbonan nîne madem bestin bestineka têrkirî a nebazineyî û hîdrokarbon bit. çevrî anko oil ên têrkirî û şema anko waks mînakên alkanên wesa ne ko hijmara karbonan di hestîbenda karboniya wan da ji 10an zêdetir e.
Alkan bestinên gelek karvdêr anko rîektîv nînin û ji aliyê jînewerzanistî ve gelek kêmçeleng anko kêmektîv in.
Du tonên alkanan hene: Tonê yekemîn ya n-alkan ya îso-alkan (carna jî şonê îso-alkan neo-alkan jî) ye. Direfşê wan her caran CnH2n+2 e. Tonekî din jî heye, ew alkanan gilokî ne. Navî wan sîkloalkan nin.