Bahoza tropîkal a Cristobal 2020
bahozek tropîkal / From Wikipedia, the free encyclopedia
Bahoza tropîkal a Cristobal, Bahoza mederî ya Cristobal (bi inglîzî: Tropical Storm Cristobal) ji Bahoza tropîkal a Colin ku di 5ê hezirana sala 2016an de qewimiye derbastir bû û li Okyanosa Atlantîka Bakur dibe bahoza sêyem. Cristobal yekemîn sîklona tropîk a Atlantîk e ku di meha hezîranê de ji sala 2017an û vir piştê Bahoza Cindy tê û yekemîn sîklona tropîk a hezîranê ye ku ji sala 2016an û vir ve li Meksîkê dadikeve perçeya bejahiyê. Bahoza Cristobal bahoza sêyem e ku demsala bahoza atlantîk a sala 2020an de pir çalak e. Cristobal di 1ê hezîranê de li ser Gola Campeche ji bermayên Bahoza tropîkal a Amanda ya li Pasîfîka Rojhilat pêk hatiye.
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya paşîn 2022) |
Destpêbûn | 1ê hezîrana 2020an |
---|---|
Bidawîbûn | 12ê hezîrana 2020an |
Bayê herî bilind | Di nav deqîqeyan de: 95 km/h (60 mph) |
Zexta herî kêm | 665 hPa (mbar); 19.64 inHg |
Zirar | 665 mîlyon $ (2020) |
Qadên bandorkirî |
|
Cristobal, di 3ê hezîrana 2020an de saet di 13:35 UTC de li eyaleta Campeche derbasî perçeya erdê bû û bi bayê domdar ê 95 km/s li seranserê herêmê bû sedema barîna baranê. Bahoz ber bi re milê bakur ve ber bi Meksîkê ve diçe û ji wê jî ber bi Kendava Meksîkê ve bi pêş ve çû.
Cristobal pişt re di 7ê hezîranê saet di 22:10 UTC de li başûrê rojhilat ê Luisianayê kete ser rûyê erdê û bû sîklona tropîkal a duyem a ku li Luisianayê dakate rûyê erdê. Sîstem ji bakur bi rêya Geliyê Mîsîpiyê bi pêş ve çû û di 10ê hezîranê saet di 03:00 de li başûrê Wisconsinê weke depresyoneke tropîk li ser erdê di ber xwe da.