![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/8/82/1_Singapore_city_skyline_2010_day_panorama.jpg/640px-1_Singapore_city_skyline_2010_day_panorama.jpg&w=640&q=50)
Bajar-welat
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bajar-welat ew herêm in ko bi tivavî ji aliyê bajêrekî ve dihên rêvebirên û bi giştî serwrî ya xwe ya sîyasî heye. Bi awayekê dîrokî, bajar-welat ser bi deverên ferhengî yên mezintir yên mîna Yewnana Kevnar, Aztek û Maya û bajêr-welatên Îtalya ya Rênêsansê bûne.
Bajar-welat di zemanên berê da mişetir bûne. Herçind e ko wan serwerî ya xwe hebûye jî, lê gelek caran di hevalbendî yên fermî û nefermî da li bin serwerî ya Şayekê Bilind bûne. Ev hevalbendî hindek caran bi darê zorê (mîna Romayê) an jî aştîyane (mîna Hevalbendî ya Polêponizi bûne.
Li çaxên navîn, bajêr-welat nemaze ji saloxetên wan deveran bûn ko niha dibêjinê Almanya, Îtalya û Rûsya. Hindek ji wan Hevalbendiya Hansiyatîk pêkanîn ko jibo heyama çend sedsalan di warê aborî û bazirganiyê da dewrekê pir giring lîst.