From Wikipedia, the free encyclopedia
Balaban (Falco cherrug) û (bi îngilîzî: Saker falcon), cureyekî şimqaran (Falco) e.
Balaban | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Falconiformes |
Famîle: | Falconidae |
Cins: | Falco |
Binecins: | (Hierofalco) |
Cure: | F. cherrug |
Navê zanistî yê latînî | |
Falco cherrug Gray, 1834 | |
Belavbûna balabanan | |
Hevwate | |
Falco altaicus (Menzbier, 1891) |
Beşa duyemîn ji navê zanistî yê latînî (cherrug), ji zimanê hindî hatiye ku wateya wê charg ser balabanê mê ye.[2] Lê navê nas ê balabanê bi îngilîzî Saker ji bêjeya saqir (صقر) ya erebî hatiye û ku wateya wê (şimqar) e.[3]
Belavbûna balaban ji rojhilata Ewropayê destpê dike û bi Asyayê derbas dibe bi aliyê rojhilatê ta Manşûrya li Çînê diqede. Balaban, balindeyek e koçer ku li Etiyopya, Erebistan û Pakistanê di demê zivistanê dijî ye.
Balaban, şimqarekî mezin e û ji laçin (Falco biarmicus) mestir e. Dirêjiya balabanê qasî 47–55 cm û tevî baskan, digihîje 105–129 cm . Rengê ser û beşên jêr qehweyî vekirî ye. Rengê ser zikê balabanê qehweyî ye û rengê pûrtên wê gewr in. Dengê balabanê tûj e wekî kiy-ee tê bihîstin.
Xwarina balabanê bi gelemperî ji kojer û balindeyan çêdibe.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.