Balafira bêmirov
From Wikipedia, the free encyclopedia
Balafira bêmirov balafirek e ku dikare bi awayê serbixwe bi rêya kompîturê an jî bi rêya kontrola ji dûr ve bê ekîbên li balafirê bê xebitandin û rêvekirin.[1] Di zimanê rojane de, balafirên bêmirov bi gelemperî wekî dron têne binavkirin; ev binavkirin ji bo balafirên bêmirov ên leşkerî an bazirganî û her weha ji bo modelên firîna ji dûr ve wekî multikopteran tê bikaranîn.[2] Di firokevaniya leşkerî de, têgîna dron bi eslê xwe ji balafireke bêpîlot re tê gotin ku mîsyona xwe serbixwe û bêyî kontrola derve pêk tîne.[3]