Civaknasî
Çiqilekî zanistê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Civaknasî, sosyolojî yan jî zanista civakî lêkolîna zanistî û sîstematîk a civaka mirovan e ku civakê, tevgerên civakî yên mirovî, awayên pêwendiya civakî, danûstandina civakî û aliyên çandê yên bi jiyana rojane re ye lêkolîn dike.[1][2] Wekî beşeke hem zanistên civakî hem jî zanistên mirovahiyê, civaknasî ji bo peydakirina zanyariyek li ser nîzama civakî û guhartina civakî rêbazên cihêreng ên lêkolîna empîrîk û analîza rexneyî bi kar tîne. Mijarên sosyolojiyê yên sereke ji analîzên têkilî û tevgera takekesî ya di asta mîkro de bigire heya analîzên pergalên civakî û awayê civakî ya di asta makro de diguhere. Lêkolîna sosyolojîk a sepandî dibe ku rasterast li ser siyaseta civakî û refahê were bikaranîn lê nêrînên teorîk dikarin li ser têgihiştina pêvajoyên civakî û rêbaza fenomenolojîk bisekinin.
Çavkaniyên kevneşopî yên sosyolojiyê di nav xwe de tebeqebûna civakî, çîna civakî, tevgera civakî, dîn, sekûlerîtî, dadwerîtî, zayendî, zayendîtî û jirêderketinê (tevgerên ji derveyê normê) vedihewîne. Lêkolînên dawî yên aliyên sosyo-teknîkî yên dabeşkirina dîjîtal wekî beşeke nû li sosyolojiyê hatiye zêdekirin.[3] Ji ber ku hemî qadên çalakiyên mirovî di bin bandora hevkarîgeriya di navbera pêkhateyên civakî û dezgeha takekesî de ne civaknasî gav bi gav bala xwe ber bi mijar û saziyên din ve daye ku di nav de tenduristî û saziya bijîşkiyê, aborî, leşkerî, ceza û pergalên kontrolê, înternet, civaknasiya perwerdehiyê, sermayeya civakî û rola çalakiya civakî di pêşvexistina zanîna zanistiyê de hene.
Ji ber ku lêkolînerên civakî li ser cûrbecûr teknîkên bi kalîte sekinî ne rêbazên zanistî yên civakî jî berfireh bûye. Bi taybetî veguherînên zimanî û çandî yên di nîveka sedsala 20an bûye sedema nêzîkatiyên şirovekarî, hermeneutîk û felsefî yên ji bo analîzkirina civakê.
Max Weber, Karl Marx û Emile Durkheim sosyologên klasîkên herî naskirî yên cihanê ne.