Dêra Surp Gregos
From Wikipedia, the free encyclopedia
Dêra Surp Gregos an jî Dêra Surp Gregos a Ermeniyan yek ji dêrên navdar û dîrokî yên li Amedê li hundirê Sûra Amedê ye.
Agahiyên Praktîk Dewlet, Li beşa îdarî ...
Dêra Surp Gregos | |
---|---|
37°54′39″Bk 40°14′20″Rh | |
Dewlet | Tirkiye |
Li beşa îdarî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre
Ev dêr li ser kuçeya Yenîkapiyê ye. Li gorî agahiyên tomargehên tapûyan ev dêr ji hêla ermeniyan ve hatiye bikaranîn. Her çiqas niha qubeya wê xera bûbe, hin aliyên wê di rewşeke ne baş de bin jî, bi mîmariya xwe hêjayî dîtinê ye.
Di dîroka yekemîn belgeya ku tê de qala Dêra Surp Gregos hatiye kirin, Seyahatnameya Simeonê polonî ya ku salên 1610-1615'an de hatiye nivîsandin e.
Dêr li ser navê Gregos ê sê salî hatiye çêkirin. Dêr di dema Komkujiya Ermeniyan de ji aliyê dewleta Tirk ve hate rûxandin.