Dara, Mêrdîn
Gundekî navenda Mêrdînê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Dara, Dare an jî Darê (bi yewnanî: Δάρας, lat. Dáras; di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye û di salên 1950'yan de navê wî guhertine jê re gotine Oğuz, lê îro (2010) dîsa navê Dara lê kirin) 30 km li başûrê rojavayê Mêrdînê, li ser rêya Nisêbînê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, çi mixabin ku ew niha bûye weke gundekî piçekî mezin.
Dara | |
---|---|
Dara | |
Koordînat: 37°10′41″Bk 40°57′15″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Mêrdîn |
Bilindahî | 560 m (1840 ft) |
Nifûs (2008) | 1209 [1] |
Koda postayê | 47000 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
biguhêre |
Dara, ji aliyê hikumdarê persan Dariyûş III (Dara, Darius) ve hatiye ava kirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya persan de maye. Di sedsalan 7'an de dikeve destên ereban û heta bi sedsala 15'an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15'an jî bajar dikeve destê osmaniyan.
Ji piran, serayan, sarîncan û avahiyên din û pereyên car carna di nav xirbeyan de tê dîtin, xuya dike ku Dara bajarekî dewlemend bûye. Cihê ku jê re dibêjin "Zindan" ji aliyê Dariyûş ve hatibû çêkirin [çavkanî hewce ye], heta îro jî li ser lingan maye. Bajar ji du qisman pêk tê.