Demareşane
From Wikipedia, the free encyclopedia
Demareşane an jî şaneya demarê (bi îngilîzî: nervous tissue) yek jî çar corên şaneyên laş e.
Laşê mirov ji çar cor şaneyan pêk tê; bestereşane, masûlkeşane, rûkeşeşane û demareşane[1]. Endam û koendamên mirov ji van şaneyan çêdibe. Demareşane, şaneya taybet e ji bo demarekoendama navendî û demarekoendama çêwe. Koendama demar bi navbeynkariya demareşaneyê hevsengiya navendî ya laş rêk dixe. Xane, şane û endamên laş di bin kontrola hormon û demareşaneyê de kar dikin. Demareşane bi sînyalan( demareragihandin) xane û şaneyên laş ji hev agahdar dike. Demareşane ji du cor xaneyên serekî pêk te; demarexane û xaneyên glîa[2]