![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/de/Collage_of_2023_Turkey%25E2%2580%2593Syria_earthquake.jpg/640px-Collage_of_2023_Turkey%25E2%2580%2593Syria_earthquake.jpg&w=640&q=50)
Erdheja Gurgum û Dîlokê 2023
Erdheja herêmên Gurgum û Dîlokê 2023 / From Wikipedia, the free encyclopedia
Erdheja Gurgum û Dîlokê yan jî Erdheja bakur û rojavayê Kurdistanê, du erdhejên wêrankarin ku bi mezinahiyên 7,8 Mw û 7,5 Mw di 6ê sibata 2023an de bi saetên Bakurê Kurdistanê, saet di 04:17e û 13:26an de li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Li deverên Tirkiyeyê erdhej li bajarê Edeneyê û li Sûriyê jî li bajarên wekî Helep û Lazqiyê erdhej pêk hatiye. Navenda erdheja yekem li navçeya Bazarcixa bi ser parêzgeha Mereşê ve bû û navenda erdheja duyem jî ku piştî 9 saetan pêk hat dîsa li navçeya heman parêzgehê li navçeya Celaya bi ser parêzgeha Mereşê ve bû.
![]() Ji milê çepê jor ve: Avahiyên hilweşiyayî yên li parêzgeha Xetayê, dîmenê bermahiyên ji Heleb a Sûriyê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Çînê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Îranê yên li Adiyamanê, alîkariya USAID li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê û nişteciha konê li Gurgumê. | |
Wextê UTCê | 2023-02-06 01:17:35 |
---|---|
Bûyera ISCyê | 625613033 |
USGS-ANSS | ComCat |
Dîrok | 6ê sibata 2023an |
Saet | 04:17 (UTC+3) |
Mezinahî | Mw 7,8 |
Kûrahî | 17,9 km (11 mi) |
Cihê erdhejê | 37.166°Bk 37.032°Rh / 37.166; 37.032 |
Welatên bandorkirî | |
Xisar | $84,1 milyar USD (texmînî) |
Tundî | XI (Ekstrem) |
Lezdana erdê ya herî bilind | 1,62 g (en) |
Tsunamî | 0,17 m (6,7 in) |
Paşhej | 1.052 (heta 8ê Sibatê) Ji Mw 4,0 zêdetir 170+ Herî mezin: Mw 7,7 di 13:24 UTC+3, 6ê sibata 2023an de |
Qurbanî | Bakurê Kurdistanê û Tirkiye 53 hezar mirî û 107 hezar birîndar çêdibin. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 5–8 hezar mirî û 14 hezar birîndar çêdibin. (texmînî) |
Hejmara miriyan | 50.132 (zêdetir an wekhev, 2023) ![]() |
Hejmara birîndaran | 120.000 (2023, kêm zêde) ![]() |
biguhêre![]() |
Erdhej li bajarên wekî Gurgum, Amed, Riha, Dîlok, Xetay, Kilîs, Edene, Meletî, Semsûr û li Kinikanê pêk hatiye. Erdheja Gurgum û Dîlokê ji erdheja Erzinganê ya sala 1939an vir ve erdheja herî kujerê li Bakurê Kurdistanê ye ku erdheja sereke ya herî bihêz e ku di serdema nûjen de li Bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin. Erdheja Bazarcixê piştî Erdheja Anatolya Bakur a sala 1668an de, erdheja duyem a herî bihêz e ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.[1][2] Ji ber erdhejê li Bakurê Kurdistanê û bajarên din ên Tirkiyeyê herî kêm 114.991 kes birîndar bûne û 47.975 kes jiyana xwe jidest dane. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê herî kêm 7 hezar kes birîndar bûne û 8.400 kes jiyana xwe jidest dane.
Li deverên bilind ên erdhejê bi taybetî li Meletî û li navçeyên Meletiyê, barîna berfê û bahoza zivistanê li hinek deveran xebatên rizgarkirinê asteng kir.[3] Berf barî ser wêraniyan û germahiya li herêmê daket. Ji ber sermaya seqemê ya li herêmê, kesên ku sax mane bi taybetî kesên ku di bin xirabeyan de mabûn di bin xetereya hîpotermiyê bûn.[4][5]
Li Bakurê Kurdistanê herî kêm 40 hezar avahî hilweşiyan û gelek avahiyên dîrokî yên ku di nav wan de Keleha Dîlokê, Mizgefta Şîrvan, Mizgefta Nû ya Meletiyê û Dêra Katolîk a Latînî ya Îskenderûnê jî di nav de ne, zirareke mezin dîtine û bi qismî hilweşiyane. Di çarçoveya lêkolînên ku hatin kirin de hatiye diyarkirin ku li Bakurê Kurdistanê û li deverên din ên Tirkiyeyê hewcedarî hilweşandina acele ya 33 hezar û 143 avahiyan heye ku di erdhejê de zirareke mezin dîtine û hatine hilweşandin.[6] Li qadeke hezar kîlomêtreçargoşeyî de 13,5 milyon kes ji ber erdhejê bi bandor bûn. Ji 99 welatan daxûyaniya alîkariyê hate ragihandin û ji 72 welatan 10 hezar û 336 personelên lêgerîn û xilaskirinê sewqê herêma erdhejê bûn. Piştî erdhejê di roja 6ê sibata 2023an de yekem ragihandina alîkariyê ji aliyê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Joe Biden ve hate ragihandin.[7] Bi dehan welatan materyalên alîkariya yekem, alav û tîmên bijîşkî şandin herêma erdhejê. Yekem tîmên alîkariyê ku gihiştin herêma erdhejê, tîmên tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bûn ku bilez gihiştibûn herêma erdhejê.[8]
Hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Rojava piştî erdhejê di 8ê sibatê de 30 tankêrên sotemeniyê û 20 qamyonên alîkariyên mirovî amade kirine. Çavkaniyên medyayî yên girêdayî Rêveberiya Xweser diyar kirin ku "hewl hat dayîn ku alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê li devera Efrînê ku gelek avahî hilweşiyan e. Li gel hemî hewlên şandên navneteweyî ku navbeynkariyê kirine Tirkiyeyê rê neda ku alîkariya mirovî derbasê herêma Efrînê bibe. Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser piştî 9 rojan karwana alîkariyê ya ku li Deriyê Um Cîlûd a Minbicê sekinandî bû paş ve vekişand.[9]
Erdhej, li bajarên Bakurê Kurdistanê li Amed, Riha, Meletî, Semsûr, Gurgum, Kinikan û Dîlokê bi giranî pêk hatiye û li bajarên wekê Çewlîg, Xarpêt, Mûş, Bidlîs, Mêrdîn, Êlih û li Sêrtê jî bi sivikî pêk hat.[10][11]
Li gorî daneyên Lêkolîna Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî (USGS) erdhej bi mezinahiya 7,8 Mw pêk hatiye[12] û li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Surî, Qibrîs, Yewnanistan, Urdun, Libnan Keyaniya Yekbûyî, Gurcistan, Iraq, Ermenistan û li Tirkiyeyê erd hejiya ye.