From Wikipedia, the free encyclopedia
Erdheja Xarpêtê, erdhejekî ye ku di 24ê çileya sala 2020an de bi saeta Bakurê Kurdistanê saet di 20:50an de li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye. Erdhej li parêzgehên Meletî, Xarpêt pêk hatiye. Navenda erdhejê li navçeya Xûx a bi ser parêzgeha Xarpêtê bû û li Bakurê Kurdistanê li qadek berfireh hatiye hîskirin. Erdhejê bi qasî 22 çirkeyan dewam kir û li gorî Resetxaneya Qendîllî yê mezinahiya erdhejê 6,5 Mw û li gorî USGSê 6,7 Mw hatiye pîvan.[1][2]
Erdheja Xarpêtê 2020 | |
---|---|
38°23′24″Bk 39°04′52″Rh | |
Dewlet | Tirkiye |
Li beşa îdarî | |
Hejmara miriyan | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ji ber erdhejê hinek hatin xwarê, 1.466 kes birîndar bûn û li Xarpêtê 37 kes li Meletî yê jî 4 kes, bi temamî 41 kes jiyana xwe jidest dane.[3]
Erdhej li ser xeta Şikesteka rojhilatê Anatolyayê, li ser sînorê di navbera lewheyên Anatolya û Ewrasyayê de pêk hatiye.
Hêza erdhejê ji hêla Rasatxaneya Kandîllî û Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê ve 6,5 Mw, ji hêla USGSê ve 6,7 pîle ji hêla AFADê ve 6,8 Mw, ji hêla pargîdaniya lêkolîna erdhejê ya Ewropayê EMSC ve 6,8 Mw hate ragihandin.[4][2]
Erdhej li Bakurê Kurdistanê li bajarên wekî Xarpêt, Meletî, Semsûr, Amed, Xetay, Dîlok, Gurgum, Sêrt, Şirnex, Sêwas, Riha û Dêrsimê pêk hatiye. Heman erdhej li welatên wekê Îsraêl Sûrî, Iraq, Îran û li Libnanê hatiye hîs kirin.[5][6]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.