Pehlewî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pehlewî, partî[1] yan jî sasanî zimaneke kevnar ya îranî ye. Ji aliyê dîrokî ve, ev ziman ji sedsala sêyê ya berî zayînê heta sedsala heftê ya piştî zayînê li Îranê li kar bûye. Zimanê berî vî zimanê wek pehlewiya kevnar dihêt niyasîn. [2]
Pehlewî | ||
---|---|---|
Welatên lê tê axaftin | ||
Axiverên zimanê zikmakî | ||
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Alfabeya pehlewî, nivîsa avestayî, alfabeya maniyî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-2 | pal | |
ISO 639-3 | pal – Macrolanguage individual codes: pal – "Pehlewî" xmn – Nivîsteka maniyî | |
Linguasphere | 58-AAC-ca(Pehlewî) |
Du qonaxên diyar di dîroka pehlewî de berçav in: pehlewiya eşkaniyan (248ê berî zayînê– 224ê piştî zayînê) û pehlewiya sasaniyan (224–651 piştî zayînê). Pehlewî tevî zimanên kevin ên dî yên îranî yên wekî suxdî, xwarezmî û osetî li kar bûye. Pehlewî ya ku li dema emperatoriya sasaniyan li kar bûye bi navê pehlewî navdar e. Lê bi her awayî bit, havilî û wekheviya vî zimanî digel zimanê kurdî, nemaze kurmanciyê gelek ji haviliya wê bi farisî ya îro re zêdetir e. Ev ziman zimanê fermî yê sasaniyan bûye.
Çavkaniyên Pehlewî yên ku heta îro hatiye diyar dike ku Pehlewiyan nîjadek arî bû û ji welatê xwe re wek Îranşehr (Welatê Gelên Îraniyan) bi nav dikirin. Hemû nîjadên Arî tê de dijîya ku xwe wekî nûnerên hemû gelên Îraniyan didîtin. Piraniya têgînên etnîkî wek farisî, kurdî[3], tirkî, erebî û hwd, di nivîsên Pehlewî de hatine bikaranîn. Tû belgenameyek dîrokî li ser tev Faris bûna wan nine. Wî demê, Faris wek Pārsīg dihate binavkirin.[4], [5] Angaşta/Îdiaya ku Pehlewî "Farisiya Navîn" e, bêbingehîn e. Her wisa danasîna "Farisiya Kevn" ji aliyê farisan ve, ne di cihê xwe de ye; ji ber ku yê jê re dibêjin "Farisiya Kevn" zimanê Arî ye û koka hemû gelên Îranî ye û ji mêj de ji aliyê Medan ve dihate bikaranîn. Eşkere ye çavkaniyên yewnaniya kevn diyar dike ku Medan re, berê ve, wek Arî dihate bi nav kirin derbas dibe. Bêhna nijadperestiya faris di her du pênaseyên jor de tête.