Gola Wanê
goleke tektonîk / From Wikipedia, the free encyclopedia
Gola Wanê an binavkirina herêmî Behra Wanê, golek tektonîkî yê li Bakurê Kurdistanê ye ku bi bend girtina teqîna volkanîk a li Çiyayê Nemrûd a parêzgeha Bidlîsê, derketiye holê. Gola Wanê navê xwe ji bajarê Wanê werdigire ku gola sodayî ya herî mezin ê li Kurdistanê û li cîhanê ye ku ji gelek çemên piçûk ên ji çiyayên derdorê golê diherikin çêbûye. Gol yek ji çend golên endorheîk ên cîhanê ye ku rûava golê ji 3500 kîlometre çargoşe mezintir e. Bilindahiya golê ya ji asta deryayê 1.640 mêtre bilind e. Ligel bilindahiya ji asta deryayê û herêma sar ê di demsalên zivistanê de ku germahiya herêmê dakeve bin 0ê şorbûna zêde ya avê ji xeynî çend beşên biçûk bi gelemperî rê li ber cemed girtina golê digire.[1]
Gola Wanê Behra Wanê | |
---|---|
Bilindî | 1.646 m |
Rûber | 3.713 km2 |
Dirêjî | 120 km |
Firehî | 80 km |
Kûrahî | 171 m |
Qeware | 6,07.1011 m3 |
Koordînat | 38°38′00″Bk 42°49′00″Rh |
Cure | Tektonîkî |
Girav | Axtamar, Lîm, Artî, Çixatan (Gdûtz) |
Çar giravên golê, giravên bi navê Girava Exdamarê, Girava Adirê, Girava Çarpanaxê û Girava Çûkan hene. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Narî, Behra Jorîn û Deryaçe[çavkanî hewce ye] (Derya Biçûk) hildigire. Gol ekosîstemeke avê ye ku hem ji ekosîstemên avên şîrîn û hem jî ji avên deryayî cuda ye. Ava golê şor û sodayî ye. Şorbûna ava golê ji sedî 19 ye û nirxa pHya wê 9,8 e. Ji ber vê yekê Gola Wanê tevî bilindahiya zêdeyê ji asta deryayê û ji ber zivistanên dijwar, cemed nagire.[2] Rêjeya ava golê li gorî avhewayê bilind dibe û dadikeve. Lê bi navînî, bilindahiya golê ya ji asta deryayê 1646 metre ye. Kûrahiya golê ya navîn 171 mêtre ye û xala wê ya herî kûr jî 451 mêtre ye. Bi lêkolînên dawî temenê golê nêzîkî 600 hezar sal hatiye diyarkirin.[3] Gol her demsal û her saet, ji aliyê rojhilat û rojavayê de rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene.
Li behra Wanê temaşekirina rojavayê tiştekî jênager e. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinêye.