Hevwate
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bi îngilîzî "synonymous". Gotina "Hevwate" di kurdî de [rengdêr]ek e. Ji bêjeyên ku tên heman wateyê tê bikaranîn. Mînak ev gotinên jêrîn hevwate ne:
- Roj û Tav
- Pir û Gelek
- Zar û Zêç
- Gede, Zarok, Mindal û Zar
- Westan û Betilîn
- Pirtir û Zêdetir
- Kevir û Ber
- Fikr û Raman
- Werê, Wanî û Halo
- Wilo û Wisa
Di kurdî de hevwate gelek in. Ji ber ku zimanê kurdî heta sedsala 20'an jî di warê nivîskî de ji ber qedexeyan pir lawaz bû, li her herêmekê zimanê kurdî bi derfetên xwe û bi awayekî girtî pêşve çûye. Ji ber vê yekê gotinek ku li herêma Mêrdînê bi awayekî hatibe bikaranîn, li herêma Şirnexê bi awayekî din hatiye bikaranîn. Li bajarên din jî bi awayên din.