Ekolojî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ekolojî yan jî hawirnasî, hevêrzanist [çavkanî hewce ye] (bi înglîzî: Ecology), zanistê lêkolîna li ser berbelavî û mişeyî ya endamwerên jînwer û ka çawa karlihevkirina endawerî digel derdor anko jîngeha xwe tesîrê li berbelavî û mişeyî ya wan dikit. Derdora endamwerekî ji keristeyên fizîkî û yên jînewer pêkdihêt. Derdora fizîkî, mirov dikarit navê tevane yê nejînewer lê bikit, hokarên mîna tîrêja rojê, avûhewa anko seqayê û cihniyasiyê vedigirit.
Peyva ekolojî cara pêşîn li sala 1866ê ji aliyê biyologên alman Ernst Haeckel ve hat bikaranîn. Peyv ji οικος (oikos anko navmalî) û λόγος (logos anko znîn) pêkhatîye. Bi vî awayî, ekolojî lêkolîna navmalî ya xwerist anko siruştî ye. Di zimanê Kurdî da jî peyva hevêrzanist ji hevêr bi ramana cihê jîn û jîyarê û zanistî pêkhatîye.
Ev peyv hindek caran bi ramana derdora xweriskî an jî derdorparêzîyê dihêt bikaranîn. Ji ber hindê, hindek caran rengdêra ekolojîk anko hevêrzanistiyane bi ramana dostê derdorê dihêt xebitandin.