Derhênerê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Huner Selîm (Azad Şero Selîm?)(jdb. 9ê adara 1964an, Akrê) derhêner, wênesaz û niviskarekî kurd e.
Bi 17 saliya xwe koçber bûye, di riya Sûrî re berî şerê Îran û Îraqê çûye Îtalyayê, li wir çûye dibistanê û li Mîlanoyê politîk xwendiye, Wî, huner nexwendiye. Piştî hingê çûye Fransayê û li wê derê bo cara yekê dest bi karê sînemayî kiriye. Sala 1996an, di fîlma xwe ya komêdî ya frensî bi navê "Bijît Kurdistan", bo cara yekê xelat wergirt û piştî vê serkeftinê, şeş fîlmên wî yên din jî li nava cîhana sînemayê deng vedan . Îro ew li Parîs'ê wek derhêner, nîgarkêş û nivîskar dijî. Di nîsana 2004an de pirtûka wî Le fusil de mon père (bi kurdî: Tifinga bavê min) derketiye, ya ku bi 40 zimanan hatiye wergirandin.[1] Li festivala filmên cîhanê li Cannes 2005a wezîrê çanda frensî Renaud Donnedieu de Vabres ew "Chevalier des Arts et des Lettres" hate xelat kirin. Ji bo herdu filmên wîyî dawî Kilomètre Zéro û Dol Huner Selîm vegeriya welatê xwe.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.