Hunera Mezopotamyayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hunera Mezopotamyayê, hunereke civakên pêşî yên nêçîrvan-berhevkar (hezarsala 8an ê b.z.ê) heta çandên Serdema Bronz ên împeratoriyên Sumer, Akad, Babîl û Asûrî yan e ku di tomaran de hebûna xwe parastiye. Ev împeratorî paşê di Serdema Hesinî de bi împeratoriyên Neo-Asûrî û Neo-Babîlî hatine guhertin. Mezopotamya ku bi berfirehî wekî dergûşa şaristaniyê tê hesibandin, pêşketinên çandî yên girîng bi xwe re aniye ku di nav de mînakên herî kevn ên nivîsandinê hene.
Hunera Mezopotamyayê hevrikiya hûnera Misra Kevnare dike ku ji hezarsala 4an a beriya zayînê heta ku Împeratoriya Axamenî ya Farisî di sedsala 6an ê beriya zayînê de herêm dagir kir, li rojavayê Avrasyayê ya herî mezin, pêşketî û berfireh bûye. Giraniya sereke li ser cûrbecûr, pir domdar, formên peykerên di kevir û gil de bû; tabloyek hindik maye, lê ya ku dide xuya kirin ku ji xeynî hinek îstîsnayan, her çend piraniya peyker jî hatine birengkirin jî, wêne bi giranî ji bo nexşeyên xemilandî yên geometrîkî û nebatî hatine bikar anîn. Mohrên silindir ku gelek di nav wan de dîmenên tevlihev û hûrgulî tevî mezinahiya xwe yên piçûk jî hene, bi jimarên mezin saxlem mane.
Hunera Mezopotamya bi çend awayan zindî ye: morên silindir, fîgurên hinek piçûk ên di dor de û rolyefên bi mezinahiyên cihêreng, di nav de lewheyên erzan ên kelûpelên kelandî yên ji bo malê ye. Hinek ji van dînî ne û hinek ji wan jî bê wate ne.