Irgûn
Rêxistina sîyonîst a paramîlîter / From Wikipedia, the free encyclopedia
Irgûn, bi îvrît: ארגון צבאי לאומי, Irgûn Tzsva’î Le’ûmî‚ rêxistineke çekdarî ya cihûyan bû. Bi kurtî wekî Etzel an IZLê jî tê binavkirin. Navê wê tê wateya "rêxistina çekdarî ya welatê Îsraelê". Peyva "irgûn" jî bi îvrît (hebrayî, îbranî) di wateya "rêxistinê" de ye.
Agahiyên Praktîk ארגון צבאי לאומי, Dewlet ...
Irgûn
| |
---|---|
Logoya Irgûn | |
Dewlet | Yishuv |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Nerîna siyasî | Milê rastê |
Îdeolojiya siyasî | Revisionist Zionism û neteweperwerî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre
Sala 1931ê de ji aliyê partiya revîzyonîst ve tê damezirandin. Avraham Tehomî yek ji fermandar û damezrînerên vê rêxistinê bû. Di derketina rêxistinê de hin aliyên ku îro jî nayên zanîn hene.
Beriya damezirandina Îsraelê, di nava salên 1931 - 1948ê de li herêmê têdikoşiya. Gorî hinekan wekî rêxistineke terorîst jî tê dîtin. Vê rêxistinê li dijî mêtîngeriya Brîtanyayê têkoşîn dida, lewra wê demê li herêmê brîtanî hebûn. Herwiha li dijî hêzên ereban jî.