Kendava Kalîforniyayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kendava Kalîforniyayê (bi Ingilîzî: Gulf of California) ku herwiha weke Deryaya Kortez (bi Ingilîzî: Sea of Cortez) jî tê nasîn, ava navbera Nîvgiravê Baja California û beja serekî ya Meksîkê ye. Ew kendav ji aliyê eyaletên Baja California, Baja California Sur, Sonora, û Sinaloa ve hatiye gemarodan. Navê "Kendava Kalîforniyayê" îro liser piraniya nexşeyan tê dîtin, lê navê "Deryaya Kortez" ewe ku xelkên deverî bikardînin û jê hez dikin. Kendav berî 5.3 milyon salan ligel guherîna gerrîna Çemê Kolorado pêkhatiye. Çemên din yên ku ber bi Kendava Kalîforniyayê diherrikin birîtîne ji Çemê Fuerte, Çemê Mayo, Çemê Sinaloa, Çemê Sonora, û Çemê Yaqui. Rûbera wê nêzî 160,000 km² ye.
Agahiyên Praktîk Gulf of California, Dewlet ...
Kendava Kalîforniyayê
| |
---|---|
28°Bk 112°Ra | |
Dewlet | Meksîk |
Dirêjbûn | 1126 km |
Rûerd | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre