From Wikipedia, the free encyclopedia
Komar an Polîteîa (bi Grekî πολιτεία „dûgel, li ser dewletê, zagon“), sala 370 (beriya zayînê) ji aliyê Platon ve hatiye nivîsandin. Yek ji girîngtirîn berhemên Platon e. Babeta bingehîn a pirtûkê dad e (dadwerî).
Platon xwestiye di vê xebata xwe de pêşniyara Sokratês a "ji bo civakeke bextewar dewlet" bipêş bixe. Platon bingeha dewleta îro heye avêtiye. Herwiha li ser fîlozofiya bextewariyê jî rawestiyaye.
Platon, dûgela îdeal rave kiriye. Ji bo sazûmaniya dewletê kewa xwe bigire mirov di nava sê çînan de kom kiriye: Karker an xebatkar, panêr, leşker an parêzvan û karbidest an rayedar.
Parêzvan di forma leşker-polîsên îro de ye. Civakê ji xetereyên hundurîn û derveyî diparêzin. Karker dixebitin, aboriya dewletê bidest dixin. Birêveber jî dewletê birêve dibin.
Hersê çîn jî xwedî heman rûmet û nirxê ne. Karker divê şukirdar, leşker divê wêrek, rayedar divê zana bin. Herwiha di vê dewletê de jin û mêr wekhev in.
Platon ji aliyê şagirtê wî Arîstotelês ve hatiye rexnekirin. Arîstotelês ev forma dewletê wekî dîktatoriyekê nirxandiye.
Ev gotara têkildarî siyasetê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara têkildarî felsefeyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.