Va ye lîsteya serekdewlet û hevserên Keyaniya ptolemeyî (305-30 berî zayînê li Misirê).
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tebax 2024)
Ptolemaîos I Sotêr (303–282 berî zayînê)[1] jina wî ya pêşîn Taîs bû, pişt re bi Artakamayê re zewicî, dû re li gel Ewrîdîkeyê û di dawiyê de li gel Berenîkê I jî zewicî bû.
Ptolemaîos II Fîladelfos (285–246 berî zayînê)[2] bi Arsînoê I re zewicî bû, pişt re bi Arsînoê II re jî zewicî bû; hev bi Ptolemaîos Epigonos re hikim dike (267–259 berî zayînê).
Ptolemaîos IV Philopator (221–203 berî zayînê) bi Arsînoê III re zewicî bû.
Ptolemaîos V Epiphanês (203–181 berî zayînê) bi Kleopatra I Sura re zewicî bû.
Ptolemaîos VI Philomêtor (181–164 berî zayînê, 163–145 berî zayînê) bi Kleopatra II re zewicî, ji bo demeke kin hev bi Ptolemaîos Eupator re hikim dike (152 berî zayînê).
Ptolemaîos VII Neos Philopator (hikim nekir)
Ptolemaîos VIII Euergetês an "Phuscon" (170–163 berî zayînê, 145–116 berî zayînê) bi Kleopatra II re û pişt re bi Kleopatra III re zewicî bû; di navbera salên 131-127an berî zayînê de ji Îskenderiyeyê ji aliyê Kleopatra II ve hat derxistin, di 124an berî zayînê de ew li hev dikin.
Kleopatra II Philomêtora Soteira (131–127 berî zayînê), li dijî Ptolemaîos VIII Phuskon bû.
Kleopatra III Philomêtor Soteira Dikaiosyne Nikephoros (Kokke) (116–101 berî zayînê) li gel Ptolemaîos IX Sotêr (116–107 berî zayînê) û pist re li gel Ptolemaîos X Aleksandros (107–101 berî zayînê) hikim dike.
Ptolemaîos IX Sotêr an "Lathuros" (116–107 berî zayînê, 88–81 berî zayînê wek Sotêr II dihat naskirin) bi Kleopatra IV re zewicî, dû re bi Kleopatra Selênê I re jî zewicî bû; li gel Kleopatra III hikûmet datîne.
Ptolemaîos X Aleksandros (107–88 berî zayînê) bi Kleopatra Selênê I re zewicî, pişt re li gel Berenîkê III; heya 101 berî zayînê li gel Kleopatra III hikim dike.
Berenîkê III Philopator (81–80 berî zayînê)
Ptolemaîos XI Aleksandros (80 berî zayînê) li gel Berenîkê III zewicî bû û li gel wê hikim dikir; piştî kuştina Berenîkê III di 19 rojan de hikim kir.
Ptolemaîos XII Neos Dionusos an "Auletes" (80–58 berî zayînê, 55–51 berî zayînê) bi Kleopatra V Truphaina re zewicî.
Kleopatra V Truphaina (58–57 berî zayînê) li gel Berenîkê IV Epiphaneia (58–55 berî zayînê) û Kleopatra VI Truphaina hikim dike (58 berî zayînê).
Kleopatra VII ("Kleopatra VII Philopator", 51–30 berî zayînê) li gel Ptolemaîos XIII Theos Philopator (51–47 berî zayînê) û Ptolemaîos XIV Philopator (47–44 berî zayînê) û Ptolemaîos XV Kaisarion (44–30 berî zayînê) hikim dike.
Arsînoê IV (48–47 berî zayînê), li dijî Kleopatrayê hikim dike.