Lîsteya dewletên cîhanê, lîsteya dewletên li cihanê ye ku xwediyê statuyên serbixwe ne yan jî xwediyê statuya serbixwe ya qismî ye. Ji van 192 endamên rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) ne. Herweha Vatîkan jî dewleteke lê ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye.
Di vê lîsteyê de çend herêmên otonom jî hene yên ku bi eşkereyî daxwaza serbixwebûnê dikin û di dawiya lîsteyê de jî van dewletên ku serbixwebûna xwe diyar kiriye lê ji hêla rêxistinên navneteweyî ve nehatin qebûlkirin an jî di riya serbixwebûnê de ne bi nivîsa xwarik (îtalîk) tên nivîsandin.
Danîmarka; kesekî danîmarkî an danîmarkayî, zimanê danîmarkî an danîmarkayî (Grînlenda: kesekî grînlendî yan eskîmoyê grînlendî, zimanî grînlendî an înuitî; Giravên Feroeyê: kesekî feroeyî, zimanê feroeyî).
Norwêc; kesekî norwêc, zimanê norwêcî (norwêciya "bokmål" ango norwêciya edebî û norwêciya "nynorsk" ango norwêciya nû), (Samîlenda: kesekî samî, zimanê samî an laponî).
Spanya (Ketelonya, Galîsya, welatê Baskî an Baskistan, Aragon, Endulus, Estremadura); kesekî spanî an spanyol, zimanê spanî (kesekî ketelan, zimanê ketelanî; kesekî galîsyayî, zimanê galîsyayî; kesekî bask, zimanê baskî; kesekî aragonî, zimanê aragonî; kesekî endulusî; kesekî estremenyî an estremadurayî).
Ketelonya; kesekî ketelan, zimanê ketelanî (herêma otonom a Spanyayê ye).
Welatê Baskî; kesekî bask, zimanê baskî (herêma otonom a Spanyayê ye).