Molekul
From Wikipedia, the free encyclopedia
Molekul , gerd an jî nûn di kîmyayê da bihevranûsyana du an zêdetir ji atoman e ko bi helkevtineka (aranceyeka) nemazeyî bi bandên kîmyayî bihevra dinûsin. keristeyên kîmyayî bi awayekê bêsînor bi pajên biçûktir ji heman keristeyî nahên dabêşandin: molekul bi giştî wekî biçûktirîn paj ji her keristeyekê kîmyayî dihêt dîtin ko hêşta saloxetên kîmyayî yên wî keristeyî pêra hene. Hindek ji keristeyên saf (mîna asinkalan (metalan) û kirîstalan) wesa baştir dihên fehmîn (fêmkirin) ko li şûna molekulan ji tor anko şebekeyên nemazeyî yên atoman an ayonan pêkhatibin.
Di zanistên molekulî da, molekul hebûneka kîmyayî ya têra xwe tebitî û ji aliyê karevayî ve bê-alî ye ko ji du an zêdetir atoman pêkhatîye. Têgeh anko konsepta molekula yek-atomî, her wekî ko di gazên nobel da dihêt dîtin, bi giştî tenê di bîrdoza livînkî (kinetic theory) ya gazan da dihêt bikaranîn. Di vê bîdozê da behsa kerî yên gazan wesa dihêt kirin herwekî ko yek molekul, bê guhdana bi pêkhata wê.