From Wikipedia, the free encyclopedia
Natacha Atlas (z. 20'ê adara 1964 li Bruksel, Belçîka) hunermendeke belçîkî ye ku elementên erebî û afrîkî bi muzîka elektronîk ve girê dide û bi vî havî tarzeke bêhempa tîne ziman.
Natacha Atlas | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 20 adar 1964 |
Hevwelatî | Belçîka, Tûnis, Misir |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di malbata wê de kokên misirî, filistînî û înglîzî hene û ew bi xwe hemû cîhanê geriyaye, lewra cihên wek Bruksel, Yewnanistan, Misir û Înglistanê jê re bûne war. Tecrûbeyên wê yên digel çandên cuda bandorek erênî da muzîka wê. Ji bilî projeyên wê yên solo ew solîsta koma Transglobal Underground e. Wekî din, wê bi hunermendên wek Sinead O'Connor, Juno Reactor, Jean Michel Jarre, Nitin Sawhney, Peter Maffay, Peter Gabriel, Nigel Kennedy, Mick Karn, Sarah Brightman, Indigo Girls, Jah Wobble, Jaz Coleman, Yasmin Levy û Franco Battiato re hevkariyên hunerî kiriye.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.