Neqşbendî
Terîqet / From Wikipedia, the free encyclopedia
Neqşbendî terîqeteka sofîtîyê ya Îslamî ye ko Behaedîn Neqşbendî yê Buxarî damezrînerê wê ye. Ev terîqet bi xwe tayek ji terîqeta Xwacekanî ye ko damezrînerê wê jî Xwace Yusifê Hemedanî bû.
Di cihana Îslamî da, ev terîqet yek ji terîqetên herî berbelav yên sofîtîyê ye û nemaze li Hindistana dema desthilatdarîya mexolan da gelek belav bû. Gelek ji sofîyên Kurdistanê bi rêya Mewlana Xalidê Kurdî bûn neqşbendî.