![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d5/Odysseus_bjuder_cyklopen_vin%252C_Nordisk_familjebok.png/640px-Odysseus_bjuder_cyklopen_vin%252C_Nordisk_familjebok.png&w=640&q=50)
Odîseya
berhema Homêr / From Wikipedia, the free encyclopedia
Odîseya an jî Odîse (Yewnanî: Oδύσσεια Odysseia) berhema Homêr ya ko bi berhemeka dina wiya Îliyad ve yek ji efsaneyên herî mezinê epîkê Yewnanî ye. Ew di 8. sedsala berî zayîne de hatiye nivîsîn û berhema herî kevina wêjeya Ewropayê ye. Ew qala serboriyên ko di serê Odîseûs , keyê Îthaka re derbaz dibin û vergera wiya ji Şera Troyayê dike.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d5/Odysseus_bjuder_cyklopen_vin%2C_Nordisk_familjebok.png/640px-Odysseus_bjuder_cyklopen_vin%2C_Nordisk_familjebok.png)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/8/8d/John_William_Waterhouse_-_Ulysses_and_the_Sirens_%281891%29.jpg/640px-John_William_Waterhouse_-_Ulysses_and_the_Sirens_%281891%29.jpg)
Odîseya li pê Şerê Troyayê (li Anatoliyayê) ko deh salan didome şûnda rêyê xwe şaş dike û encax deh salan şûnda wek parsek vedigere welatê xwe girava Îthakayê (li Yewnanistana îroj). Lê ji ber ko ew ewqas dereng mabû jinê wî û gelek kes difikirin qey Odîseûs miriya û jinê wî Pênelopê dixwaze ko bi yekî din re bizavice. Odîseûs vê carê jî mecbûr dibe ko bo zevacê bi jinê xwe re di têkoşînê keve.