Bobelata keştiyeke geştyariyê di 2012an de From Wikipedia, the free encyclopedia
Keştiya geştyarî ya mezin a îtalî ya bi navê Costa Concordia (bixwîne: Kosta Konkordiya) di 13ê kanûna paşîn a 2012an de li ber peravê Îtalyayê gelek nêzîkî kenarê girava Giglo (bixwîne: Cîlyo) kir û binê gemiyê gehişte erdê. Ev cihê peravî hemû kevir û ber e. Li ber peravî rawestî û dest bi noqî avê bûnê kir. Di dawiyê de li ser zinaran wergeryayî ma. Di encamê de keştiya geştyarî ji 4.197 rêwiyên xwe hate valakirin.
Rûdana keştiya geştyarî Costa Concordia | |
---|---|
Bûyer | Daketina gemiya geştyarî Costa Concordia |
Eger û encam | Ji ber xeletiyeke kaptanê keştiyê li peravî rawestî û wergeriya û nîv noqî avê bû. |
Cihê rûdanê | Li hemberî gizîrteya Giglio, Toskana, Îtalya 42.36486°Bk 10.92124°Rh |
Dema rûdanê | 13.01.2012 |
Kaptan | Francesco Schettino (Îtalya) |
Li gemiyê kesên siwarbûyî | 4.229 Rêwî: 3.229[1] Kesên miretebatê: 1.000[1] |
Hejmara rêwiyên mirî | 17[2] |
Hejmara rêwiyên birîndar | 64 |
Hejmara rêwiyên windabûyî | 16 |
Hejmara rêwiyên xelasbûyî | Li dor 4.197 |
Bendera destpêkê | Civitavecchia, Îtalya |
Bendera dawî | Savona, Îtalya |
Operator | Costa Cruises, Carnival Corporation |
Bi sedema rûdanê 11 kes mirî bûn, 64 jî birîndar bûn û hêjta 24 rêwî winda ne.
Li gorî welatîbûna rêwiyan 989 îtalyan, 569 alman, 462 fransî, 177 spanî,[3] 130 hindistanî,[4] 126–129 welatiyên DYAyê,[3][5][6] 127 xirwat, 108 rûs, 74 awistirî, 69 swîsrî,[3] 47 brezîlî,[7] 45 ûkraynî,[8] û 34 holendî;[9] 26 çîn, 25 brîtanî, 21 awistralî, 17–18 arjentînî, 13 taywanî, 12 kanadayî, 12 cîniyên Komara Çînê, 12 polon, 11 mecar, 11 portûgalî, 10 romanî,[10] 10 kolombyayî, 10 şîleyî, 9 tirk,[3] 8 bulgar, 8 perûyî,[11] 4 îsraêlî, 4 danîmarkî,[12], 3 makedonî[13] 2 welatiyên Afrikaya Başûr, 2 paraguayî, 2 fînlendî,[14] û 1 nûzelendî ne.[15] Hejmareke nenas a welatiyên Korêya Başûr,[16] Meksîk,[17] û Îrlendayê jî hebûn.[18]
Welatîbûna personelên keştiyê ne diyar bûye, lê li gorî çavkaniyan ji welatiyên 20-24 welatên cuda pêk tê.[19] Îtalyan (ji wan kaptan û piranya ofîserên gemiyê ne),[16] li dor nîvê personelan 202 hindistanî û 296 fîlîpînî ne.[19][20] Welatiyên din jî hene wekî 170 îndonezî,[21] 12 brîtanî, 6 brezîlî,[7][22] 3 rûs û welatiyên kolombyayî, perûyî, spanî, hondûrasî û çînî.[19][23]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.