Tirî (bi soranî, tirê), fêkîyek havînî ye, şîrîn e rengên wî sor û kesk e. Ji tirî mey û areq tên çêkirin. Dîsa ji tirî mewîjên hişkirî jî, ji bo zivistanê werê xwarin çêdikin. Hevilên tirî li tendirustiya mirov gelek heye ku germoke ("colories") û şekir dide bedenê mirov. Li gorî lêkolînên li ser DNA'ya tirî'yan, warê herî kevin ê çandina wê Kurdistana îro ye[1][2].

Thumb
Tirî (Harsim)
Thumb

Tiriyê hî nebûyî re dibêjin qorix.Le li herema Botan jê re dibêjin "bsire". Qorix yî tirş e, wê lomê bi xayê tê xwarin an jî dikine selete. Ku qorix girdibe beng dikeveyê an jî nîv şîrînî dibe pê re dibêjin deneşe. Ku meriv dêneşe pir bixwe li merivan dikeve, zikî merivan pê dêşê. Tirî teze tê xwerin an hişk dikin mewîj. Mewîj ji çêkirina xwînê re rind in. Meriv dikane mewîjan di avê ke û şîrîniyeke bi navî xweşav jê çêke.

Di demê payîzê de rez tê birîn û tirî di mehsereyê de tê pêkirin. Paşê avê tirî dikelînin û dikin şîre. Gellek xwarinên şîrîn ji tirî çêdibin.

Şîrîniyên ji tirî

  • Bastiq, bastêq an (bi soranî) basûq (?)
  • Mot an dims, kilorên mot, kilorên nav dims, berfemot, şilik...
  • Qirme
  • Sinciq

Ferhengoka tirî

  • Esirandin: Tirî dikine çiwal de û bi lingan diperçiqînin û ava wê diderxin. Ji vê re tê gotin.
  • Etf: Piştî qurafa tirî, ji navê tiriyê ku di rezberê de çêdibe re tê gotin.
  • Harsim: Navê weşiyê (tiriyê) hê negihayî ye.
  • Mehsere (Mahsir): Navê cihê ku esirandin lê tê kirin.
  • Miştaxe: Navê cihê ku tirî ji bo hişkbûnê lê tê dayîn e.
  • Qurafa tirî: Navê topkirina (danhevdin) tirî ya ji rez/werz e.
  • Weşî: Navê guliya tirî ye.

Cureyên tiriyên Kurdistanê

  • Amobengîyo
  • Balme
  • Bilbizêkî li Mêrdînê çêdibe
  • Bînetetî
  • Devrovî
  • Dêwanî
  • Bisthêşin
  • Ezazî
  • Gewrik li Mêrdînê çêdibe
  • Gozane
  • Hemsî
  • Hesenî li Mêrdînê çêdibe
  • Hewsorik
  • Hewtop
  • Hezîranî li Mêrdînê çêdibe
  • Kerkûş li Mêrdînê çêdibe
  • Koxer
  • Işqir
  • Lipgolik li Mêrdînê çêdibe
  • Misepq li mêrdînê çêdibe
  • Mezrone
  • Nasirkî
  • Payîzî
  • Pozgolik
  • Qerfok li Mêrdînê çêdibe
  • Qizler
  • Sincêrî
  • Sivnik
  • Tayîfî
  • Tehnewî
  • Tilhesenî
  • Tirêçemîley reş (S)
  • Tirêbolmazû (S)
  • Tirêçemîle (S)
  • Tirêdomîle (S)
  • Tirêgundke (S)
  • Tirêkajaw (S)
  • Tirêmambiray mî (S)
  • Tirêpaşayî (S)
  • Tirê payîzî (S)
  • Tirêreşmirî (S)
  • Tirîreş li Mêrdînê çêdibe
  • Tirêsadanî (S)
  • Tirêsadanîy reş (S)
  • Tirêserqûle (S)
  • Tirêsipîke (S)
  • Tirêsûraw (S)
  • Tirêteyef (S)
  • Tirêxoşnaw (S)
  • Tirêzilkê (S)
  • Tirêzûres (S)
  • Tiriyê reqan
  • Topsipî
  • Torane
  • Tortork li Mêrdînê çêdibe
  • Xanoq
  • Xoxo (Li herema Botan tiriyên cureyên "Xoxo" rengê wi keske u teama wi mize (şirin u tirşe) u zu digihije.
  • (S) = bi soranî

Çavkanî

Girêdanên derve

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.