Salnameya koçî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Salnameya koçî an jî teqwîma hîcrî, salnameyeke demê ye. Ji bo bi gelemperî gorî hîve tê hejmertin salnameya heyvê jî tê navkirin. Ew bi koçkirina Muhemmed pêxember a ji Mekeyê bo Medîneyê dest pê dike. Muhemmed pêxember ji bo koç bike 27'ê seferê de ji Mekeyê de derket, di 20'ê rezberê de gehîşte Quba û 24'ê rezberê 622an de jî, hîcrî 12 Rebî el-ewel de, gehîşte Medîneyê.