Solon
dadnas, siyasetmedar, helbestvanê yewnanî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Solon siyasetmedar, dadnas û helbestvan bû li Yewnanistana Kevn. Navbera salên 640 bz. û 560 bz. jiyaye. Solon rêxistinbûna Atînayê nû kir, bingeha demokrasiyê avakir. Bi wê awayê serkeftineke pir mezin bi dest xist. Dewlemendiya çaxên yewnaniyên klasîk bi saya wî bû. Ji ber wê bû kesayeteke efsaneyî.
Agahiyên Praktîk Arxon eponîmos (en), 594-593 b.z. ...
Bigre
Li gorî Plûtarxos ew nav malbatekî zengîn de mezin bû. Navê bavê wî Eksêkestîdes bû. Lê Plûtarxos derheqê Solon çarçoveyeke romantîk xêz kiriye û piranî behsa helbestvaniya wî kiriye. Plûtarxos wisa gotiye:
“ | Di helbestên Solon de jî, em dikarin delîlên vê rastiyê bibînin ku wî nekariye li ber awirên xweş li ber xwe bide û li hember evînê negere - Ji bo ku wî mîna boksorek di rîngê de bibîne. | ” |
Di heman demê de Plûtarxos ji me re dibeje Solon xortaniyê xwe de bazirgan bû.